Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dê îro Înê bi rêka vîdyo li Konferansa Ewlekarî ya Munîhê biaxife.
Sala borî beşdarên Konferansa Ewlekarî ya Munîhê ji Serokê Rûsya Vladimir Putin xwestibûn ku êîşî Ukrayna neke.
Konferansa îsal çend roj berî salvegera yekê ya şerê Rûsya û Ukrayna, ku di 24’ê Sibatê destpê kiribû, li dar dikeve.
Zelenskyy di axaftina xwe ya bi şev de got ku roja Pêncşemê 101 dîlgirtîyên Ukraynî yên li Rûsya hatine berdan.
‘’Kontrolkirina rewşê li enîya şer û amadekarî jibo her pêngaveke bo siberoja nêzîk girîng e’’ Zelenskyy got.
Wî dîyar kir ku ew dixwazin bi azadkirina axa xwe ve pêşve biçin.
Jêder: VOA News