Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîtvanya Dibêje Zelenskyy Wê Beşdarîya Hilcivîna NATO ya Meha Tîrmehê Bike


Zelenskyy ji rêberên NATO re dipeyîve (Hezîran 29, 2022)
Zelenskyy ji rêberên NATO re dipeyîve (Hezîran 29, 2022)

Balyozê Ukrayna yê li Lîtvanya ragihand ku Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy plan dike ku bi fîzîkî beşdarî li hilcivîna NATO ya meha Tîrmehê bike.

Zelenskyy ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve du caran ji welêt derketiye.

Wî di dawîya sala 2022yan re serdana Washingtonê kir û di Sibatê de jî çû London, Parîs û Brukselê.

Ofîsa Serokatîya Lîtvanya ragihand ku hilcivîna NATO ya li Vilnius dê di 11-12’ê Tîrmehê de bi beşdarîya piranîya rêberên welatên Baltik çêbe.

Li gor ragihandina wê ofîsê, Biden jî dê beşdarîyê li hilcivînê bike ku wî vê hefteyê neçaverêkirî serdana Kîevê kir.

Balyozê Ukrayna Petro Beşta dîyar kir ku plana wan ew e ku Zelenskyy beşarîyê li hilcivînê bike.

XS
SM
MD
LG