Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenksyy Dibêje Ew Ser Endamtîya li NATO Peyameke Zelal Dixwazin


Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Pêncşemê got ku ew dizane ku di şertên şer de ew nikarin bibin endama NATO.

Zelenskyy bi piştî danûstandinên bi serokwezîrên Hollanda û Belçîka, Mark Rutte û Alexander De Croo dîyar kir ku ew rastbîn in û dizanin ku NATO niha nikare Kîevê wek endam qebûl bike.

‘’Lê em peyameke wer zelal dixwazin ku raber dike ku em piştî şer kanibin bibin endama NATO’’

Rêberê Ukraynî piştî serdana li Fînlandîya bi awayekî surprîz serdana Holanda kir.

Ew serdan li van rojan rast tê ku Ukrayna hazirîyê dike ku êrîşê bibe ser Rûsya.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO da û bû endama 31’ê ya hevpeymanîyê.

Jibo welatekî nû were pejirandin divê temamê endamên di hevpeymanîyê de wê bi yekdengî bipejirînin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG