Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy ji NATO Piştgirîya Berevanîya Esmanî Dixwaze

Serokê Ukrania Volodymyr Zelenskyy di civîna îro ya wezîrên berevanî yên NATO de, li Brukselê bang li NATO kir ku alîkarîyên leşkerî yên wek parastina esmanî û topxane û cebilxane ji wan re bişîne.

“Berevanîya esmanî beşeke girîng ya bersîva wê pirsê ye ku gelo ev şer wê kengê bi dawî were û gelo ewê bi serketina rewa ya Ukrayna be," Zelenskyy di vekirina civîna Koma Parastina Ukrayna ya bi pêşengîya Amerîka de got.

Wî bi berdewamî got ku peydakirina rêkên berevanîya esmanî yên pêdivî ji Ukrayna re tê wateya garantîkirina jîyaneke normal li bajarên Ukraynî.

Zelenskyy herwiha got ku korîdorên hinartina genimê wan bi rêya Deryaya Reş û Çemê Tuna (Danube), ji cîhanê re pir grîng e.

Zelenskyy bal kişand ku ger mûşek û dronên Rûsî nikarin ji berevanîya esmanî ya Ukraynî derbaz bin, ew nikarin gefê li hevbendên din bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG