Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy Serdana Holendayê Dike


Wêne ji arşîfê ye
Wêne ji arşîfê ye

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy îro Yekşemê gihişte bingeheke hêzên esmanî li Eindhoven li Holendayê.

Serdana wî tê du rojan piştî ku Amerîka veguhestina Firokên şer yên F16 ji Kyivê re pesend kir.

Peyvdarekî hikumeta Holendî gote Ajansa France Press ku şeva borî, piştî nîvê şevê, firokeya Zelenskyy gihişt firokxaneyê, lê ne got ka kengî firokên F16 yên Amerîkî dê werin veguhestin jibo Ukraynayê.

Di peyamekê de li ser hesabê xwe yê Telegramê, Zelensky got, ew û xanima yekê û tîmê xwe gihiştin Holenda û weka hemû caran, dê danûstandinên bi sûd li gel serokwezîr Mark Rutte bikin.

Wî got, “babeta sereke pirsa firokên F16 ye jibo gelê me ji tîrora Rusiyê were parastin. Civîna Bilinda Aştiyê jî di ecendeya seredana me de ye ku dê bi wê armancê be ku dewleta terorê bîne ber dadmendiyê. Em bihêztir dibin .”

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG