Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ser gurkirina krîza xwarinê tawanbar kir.
Zelenskyy dîyar kir ku Rûsya hewil dide ku krîza xwarinê ya cîhanî wek çek bi kar bîne.
Wî got ku Moskow li axa Ukrayna ya bi dest xistiye, dest danîye ser dexlûdan ku ew jî krîza xwarinê ya li cîhanê girantir dike.
Li gor Zelenskyy, Moskow dixwaze ku bi destdanîna ser dexlûdan cîhan hin axa Ukrayna wek ya Rûsya qebûl kir.
Rêberê Ukraynî bi berdewamî got ku Rûsya zarokan direvîne û komkujîyê dike.
Zelenskyy dîyar kir ku li Rûsya zarok têne perwerde kirin ji Ukrayna nefret bikin û hemî danûstandinên wan yên bi malên wan re têne qut kirin.
Wî got ku kiryara Rûsya ya ser zarokan bi awayekî eşkere komkujî ye.
Jêder: AFP