Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Hêzên Rûsî bi Êşkence û Revandinê Tawanbar Dike


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar kir hêzên Rûsî li başûrê Ukrayna êşkence û revandinê pêk tînin.

Wî bang li civata navnetewî kir ku bersîvdana kiryarên Rûsya bide.

Zelenskyy di peyama xwe ya rojane ya şeva Yekşemê de got ku hêzên Rûsî li Ukrayna qadên êşkencekirinê ava dikin.

"Ew nûnerên hikûmetên xwecîhî û her kesê ku li nava civakên xwecîhî ber biçav in, têne nasîn, direvînin. Li wan heremên Ukrayna jiber ku alîkarîyên mirovahî têne dizîn, birçîbûn derketiye holê."

Zelenskyy herwiha ragihand ku Rûs li herêmên Kherson û Zaporizhzhia, dewletên cudaxwaz ava dikin û karanîna dirava Rûsî rûble tînin pêş.

Wî ragihand ku jiber êrîşên Rûsan li Kharkiv, bajarê duyê ya herî mezin yê Ukrayna , tenê di çar rojên dawî de 18 kes hatine kuştin û 106 jî birîndar bûne.

“Ev terora bi mebest e. Dijî taxên malên sivîlan, dijî sivîlên ji rêzê bi hawan û topan êrîşan dikin. Rûsya wê dimeke nêz de dest bi êrîşa xwe ser rojhilata Ukrayna bike."

Zelensky, di nav de tevahîya pîşesazîya wê ya bankê û pîşesazîya petrolê, careke din banga zêdekirina toleyên dijî Rûsya dubare kir.

"Li Ewrupa û Amerîka her kes dibîne ku Rûsya bi eşkereyî enerjîyê bo bêaramîkirina civakên Rojavayî dixebitîne; jiber tevahîya van sedeman divê welatên Rojavayî demûdest pakêteke nû ya hêzdar ya toleyan amade bikin, " Zelenskyy got.

XS
SM
MD
LG