Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Bang li Welatan Dike ku Beşdarî Hilcivîna Aştîyê Bibin


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Yekşemê bang li dewletan kir ku 15-16’ê Hezîranê beşdarîyê li hilcivîna aştîyê ya li Swîsreyê bikin.

Zelenskyy li Dîyaloga Shangri-La ya li Sîngaporê dîyar ku Ukrayna li hember Rûsya bi dîplomasîyê li ber xwe dide.

‘’Pir berê wek ku cîhan wê parçe bibe xuya dikir, lê me dît ku gelek netewe gava mesele tê ser ewlekarîya hevbeş dixwaze hevkarîyê bike û dikare jî.’’

Wî dîyar kir ku bi piştgirîya dewletên li pêş yên li cîhanê, Ukrayna dikare kanînên xwe yên ser berevanîyê biparêze û got ku bi wê piştgirîy hin zarokên Ukraynî yên li Rûsya hatine rizgar kirin.

Zelenskyy got ku gava dîplomasî jibo parastinan jîyanan be, ew pirtir kêrhatîy e û dîyar kir ku ew tevî hevbendên xwe berevanîya jîyaneke bi hev re dikin.

Serokê Ukraynî dîyar kir ku ger piranîya cîhanê li hilcivîna aştîyê hazir be ewê lihevkirina ser hin xalan hîn hêsan be û got ku jiber ku hin dewlet beşdarîyê li hilcivînê nakin ew hinekî xeyalşikestî ye.

‘’Hin rêberên cîhanê hîn beşdarîya xwe ya li hilcivînê piştrast nekirine û mixabin hin hewildanên ser sekinandina hilcivînê hene.’’

Zeleneskyy dîyar kir ku bi hilcivînê wê cîhan ser şer û aştîyê biryarê bide û got ku ger hilcivîn çênebe wê fersenda ser biryarê ji destê cîhanê derkeve.

Ev gotinên Zelenskyy li vê demê rast tên ku Ukrayna ji alîyê hêzên Rûsî bi awayekî giran tê bombebaran kirin.

Karbidestên Ukraynî didin zanîn ku Rûsya bi şev bi 100 muşek û dronan êrîş li dar xistine û di encamê de herî kêm 19 kes birîndar bûne û xetên elektrîkê zirar dîtine.

Ev êrîşên dawî li vê demê rast tên ku Çînê biryar daye ku ewê beşdarîyê li hilcivîna aştîyê neke.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Mao Ning 31’ê Gulanê ji rojnamevanan re gotibû ku hilcivîn ne li gor pêşnîyarên Çînê ne ku Pekîn dibêje divê hem Rûsya hem jî Ukrayna beşdarîyê li civînê bikin.

Ning dîyar kiribû ku di hilcivînê de ser daxwazên navneteweyî valahîyeke eşkere heye û gotibû ku ewê bi rêbazên xwe danûstandinên aştîyê teşwîq bikin.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, Serokê Fransa Emmanuel Macron û hin rêberên din yên Ewrupî mehên borî ser piştgirîya Çînê ya jibo Rûsya fikarên xwe ragihandibûn û bang li Pekînê kiribûn ku jibo hêsankirina peyvajoya aştîyê tesîra xwe bi kar bîne.

Dewletên Rojavayî jimareke caran ser piştgirîya jibo Rûsya ya li şerê Ukrayna hişyarî dabûn.

Wezîrê Berevanî yê Brîtanya meha borî dîyar kiribû ku belgeyên îstxibaratê nîşan didin ku Çîn alîkarîyên kujer dide Rûsya.

Li hember van îdiayan, Wezîrê Berevanî yê Çînê Dong Jun roja Yekşemê got ku Pekînê di şerê Ukrayna de çek nedaye ti alîyan û dîyar kir ku ew derxistina kelûpelan bi awayekî baş kontrol dikin.


Dong dîyar kir ku ew berevanîya aştîyê dikin û li hêla dîyalogê disekinin.

Li ser pirsên derbarê hûrgilîyên plana Çînê ya jibo aştîya Ukrayna, Dong ti bersîv neda.

Zelenskyy di preskonferansê de dîyar kir ku Amerîka beşdarîya payabilind ya li hilcivînê piştarast kiriye û ji welatan jî dixwaze ku beşdarîyê bikin û bi berdewamî got ku Çîn jî ji dewletan dixwaze ku neçin hilcivînê.

Li ser pirsên derbarê hêvîyên wî yên ji dîyaloga li Sîngaporê, Zelenskyy dîyar kir ku ew dixwazin ku dewletên Asya pirtir alîkarîyê bidin Kîevê û got ku wî hewil daye nîşan bide ku li Ukrayna çi diqewime.

‘’Em dixwazin Asya beşdarîyê li hilcivînê bike û ger em bibînin ku rêberên Asyayî li hilcivînê ne emê bêjin ku me gereke serketî kiriye’’ Zelenskyy got û dîyar kir ku wî bi delegasyona Çînê re ti danûstandin nekiriye.

Zelenskyy ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew ne li bendê ye ku Çîn piştgirîya berevanîya bide Ukrayna û got ku ew hêvî dike ku Pekîn piştgirîyê bide hewildanên Kîevê yên ser ewlekarîya navokî û xwarinê ya li cîhanê.

Wî dîyar kir ku ger Çîn ser wan her du mijaran piştgirîyê bide ewê jibo wan baş be.

XS
SM
MD
LG