Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Înê ragihand ku Amerîkayê pêşnîyar kiriye ku di navbera Rûsya û Ukrayna de li Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) danûstandinên teknîkî pêk werin.
“Alîyê Amerîkî pêşnîyar kir ku amadekarî bên kirin û di asta teknîkî de civînek bê dar xistin, ” Zelenskyy li ser X’ê got.
Wî got ku Kîev li bendê ye ku Washington deam civînê destnîşan bike.
Wî got, Washington wê bi Moskowê re biaxive, Kîev jî wê hevkarên xwe yên Ewropî agahdar bike û pîştî 10 rojan de ewê pêşketinan binirxînin.
Zelenskyy rave kir ku piştî hevdîtina wî roja Sêşemê li Civata Neteweyên Yekbûyî li New York'ê bi Serokê Amerîka Donald Trump re, şandeyên danûstandinê yên her du welatan civîneke cuda û dirêjtir pêk anî.
Zelenskyy herwiha got, Trump jê re gotiye ku wî ser destûra hilberîna mûşekên Patriot ji Ukrayna re biryara dawî daye. Koşka Spî li ser vê mijarê heya niha daxûyanîyek fermî ranegihandîye.
Serok Trump roja Sêşemê dema li gel Zelenskyy axivî, pêşbînîya peymanekê ya di navbera Rûsya û Ukrayna de kiribû.
"Bi bawerîya min, ewê peymanekê çêkin, û ez naxwazim bêjim ka ew peyman çi ye. Em tevî bi Serok Putîn jî, li ser vê mijarê gelek diaxivin, Û li gor min wê tiştek çê be."
Serok Trump herwiha got ku Putîn "dixwaze hevdîtinê bike" û "dixwaze ku şer bidawî bibe," û anî ziman ku ew bawer dike her du serok jî "dixwazin dawî li şer were."
Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov jî roja Înê 25ê Îlonê ji rojnamevanan re got ku Putin û Trump di destpêka vê mehê de li ser telefonê ya destpêka ser hevdîtineke wiha axivîne. Lê, Peskov zêdetir hûrgilî eşkere nekirin.
Tevî jibo dawîkîrîna hewlên dîplomatîk didomin jî, şerê Rûsya û Ukrayna berdewam dike.
Karbidestên Ukraynî ragihandin ku li Kîevê di êrîşeke dronî de 4 kes hatin kuştîn, 7 ên din jî, birîndar bûn.
Mîsyona Çavdêrîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Ukrayna îro ragihand ku di Îlonê de herî kêm 200 sivîl hatine kuştin.
Li Rûsya jiber êrîşeke dronê xebatên navenda petrolê ya Novoshakhtinsk hatiye rawestandin. Karbidestên Rûsî herwiha ragihandin ku 2 sivîl hatine kuştin, û wezareta berevanîyê jî got ku di şevekê de 592 dron hatine têk birin.