Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Dixwaze bi Trump re Bicive

=
=

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Sêşemê got ku ew hewil didin ku bi Serokê nû yê Amerîka re civînekê çêkin.

Zelenskyy di Foruma Aborî ya Cîhanê de, ku li Davos ya Swîsre li dar dikeve, got ku tîmên wan niha ser çêkirina civînekê dixebitin.

Trump, ku do Duşemê dest bi kar kir, bê ku hûrgilîyan bide dibêje ewê dawî li şerê Rûsya û Ukrayna bîne.

Zelenskyy dîyar kir ku Rûsya dixwaze ku Ukrayna artêşa xwe biçûk bike, lê got ku ewê vê daxwazê qebûl nekin.

Wî da zanîn ku li gor texmîna wî Serokê Rûsya Vladimir Putin wê ji Ukrayna bixwaze ku artêşa Ukraynî ji pênc paran parekê biçûktir bibe, lê got ku ewê tiştekî wisa nekin.

Serokê Ukraynî di axaftina xwe de got ku divê Ewrupa hem jibo xwe hem jî jibo dewletên din bibe garantorê aştî û ewlekarîyê.

Zelenskyy îdia kir ku bandora Ewrupa ya li ser Washingtonê kêm e û got ku Amerîka karên Ewrupa yên jibo ewlekarîyê kêm dibîne.

Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir û Amerîka û hevbendên wê yên Ewrupî dijî dagirkerîya Moskowê piştgirî dan Kîevê.

Amerîka û Brîtanya di dawîya sala borî re destûr dan hêzên Ukraynî ku muşekên wan biavêjin nav axên Rûsî.

Ser wan destûran Putin dewletên Rojavayî bi gurkirina şer tawanbar kir û hişyarîya şerekî cîhanî da.

Jêder: Reuters, VOA

This item is part of
XS
SM
MD
LG