Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy: Hewilên Guhertina Min di Dema Şer de Wê Serketî Nebin


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê îdiayên ser kêmbûna rêjeya piştgirîya jibo wî red kir û ew yek wek dezenformasyona Rûsyayê bi nav kir.

Zelenskyy got ku hewilên guhertina wî bi kesekî din re, di dema şerê dijî Rûsyayê de wê bi ser nekeve.

Zelenskyy ji televîzyona Ukraynayê re got ku jiber ku ew li ser îdiaya kêmbûna % 4 ji piştgirîya jibo wî diaxifin, ew fem dikin ku ew ji Rûsyayê tê.

"Jiber vê yekê, daxuyanîya Serok Trump, ku em wek rêberê gelê Amerîkî yê piştgirê me dibînin, bin bandora dezenformasyona Rûsya ye. Ez bawer dikim ku Amerîka bi vê helwesta xwe alîkarîya Putin kir ku ji tenêmayîna dîplomatîk ya salan derkeve."

Zelenskyy herwiha got ku ew ji rêvebirîya Trump dixwaze ku baldartir be jiber ku tiştên ku çêdibin bê bandoreke erênî li Ukraynayê nakin.

"Ez difikirim ku Putin û Rûs ji helwesta Amerka kêfxweş in jiber ku ew di nîqaşan de cîh digirin û do jî peyamên mîna ku ew mexdûr in derketin ku ew jî tiştekî nû ye."

Trump got ku Kîev dikaribû sê sal berê bi Rûsyayê re lihevkirinek çêkiribûya da ku pêşî li dagirkeriya Moskowê bigire.

Serokê Amerîka Donald Trump gotibû ku divebû şerê lu Ukrayna heta niha biqedîya û divebû ew qet destpê nekiriba.

Serok Trump herwiha gotibû ku piştgrîya jibo Zelenskyy % 4 kêmtir bûye û divê Ukrayna hilbijartinan bike. Trump dêyar kiribû ku ew nêrîna hilbijartinê ne tiştekî ji Rûsyayê ye, lê ew dîtina wî bi xwe ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG