Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Dibêje Ew jibo Hilcivîna Vilniusê Geşbîn E


Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku ew li bendê ye ku hilcivîna NATO ya li Vilniusê piştrast bike ku welatê wî endameke hevpeymanîyê ye.

Zelenskyy got t evîku Ukrayna bi awayekî fermî ne endama NATO be jî, ew çaverê ne ku li hilcivînê ser endamtîya Kîevê hin rê vebin.

‘’Dema me jibo endamtîya li NATO serlêdan kir me bi awayekî eşkere got ku jixwe Ukrayna kiryarên xwe di vê hevpeymanîyê de ye. Çekên me yên vê hevpeymanîyê ne. Em li gor hevpeymanîyê tevdigerin û dixwazin ku Vilnius danûstandina me bi NATO re piştrast bike."

Serokê Ukraynî got ku ew dizanin ku Kîev wê bibe endama NATO, lê ew dixwazin ew peyvajo zûtir bimeşe.

Amerîka û hevbendên wê yên Rojavayî dibêjin ku Hilcivîna Vilniusê dikare rê li ber endamtîya Ukrayna veke, lê ew nikare di vê hilcivînê de bibe endam.

Di hevpeymanîya NATO de 31 dewlet hene û jibo endameke nû were pejirandina divê hemî endam wê bi yekdengî bipejirînin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG