Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Dibêje 31,000 Leşkerên Wan Di Dema Dagîrkeriya Rûsyayê De Hatine Kuştin


Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy roja Yekşemê got ku 31,000 leşkerên Ukraynayê ji dema dagirkirina berfireh a Rûsyayê du sal berê hatine kuştin, ku ev hejmar yekem hejmara fermî ye ji bêhtirî salekê.

Zelenskyy di konferanseke rojnamevanî de li Kyivê got ku ew nikare hejmara birîndaran eşkere bike ji ber ku ew dê alîkariya plansaziya leşkerî ya Rûsyayê bike.

"Di vî şerî de 31.000 leşkerên Ukraynayê hatin kuştin. Ne 300.000, ne 150.000... Putin derewan dike... Lê dîsa jî ev ji bo me windahiyeke mezin e."

Ukrayna ji dawiya sala 2022an ve hejmara windahiyên xwe yên leşkerî negotiye, dema ku alîkarê serokatiyê Mykhailo Podolyak gotibû ku 13,000 leşkerên Ukraynayê ji dema dagirkirina 24ê Sibatê ve hatine kuştin.

Qurbaniyên meydana şer mijareke pir hestiyar e li welatekî ku hewl dide çaksaziyan bike ka ew çawa sivîlan di nav artêşê de seferber bike da ku hêzên xwe jinûve nûjen bike, piştî ku êrîşa dijber ya sala borî diyar kir ku nikare xetên Rûsî bişkîne.

Raporeke New York Times di Tebaxê de ji ser zarê karbidestên Amerîkî ragihand ku jimara kuştiyên Ukraynayê nêzî 70,000 e. Di heman raporê de hat gotin ku di şer de 120,000 leşkerên Rûsyayê hatine kuştin.

Zelenskiy ji rojnamevanan re got ku di şer de 180,000 Rûsî hatine kuştin.

Rûsya windahiyên leşkerî eşkere nake. Her du alî jî windahiyên leşkerî yên aliyê din mezin dikin.

Rêberê Ukraynayê her wiha got, di şer de bi deh hezaran sivîl li navçeyên dagîrkirî yên wî welatî hatine kuştin. Kyiv dibêje ku ew nikare bi awakî rast windahiyên wiha binirxîne ji ber ku ew nagihe wir.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG