Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy bi Hêvîya Geşkirina Piştgirîyê Wê Serdana Washingtonê Bike


Biden Ukraine
Biden Ukraine

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jibo piştgirîya dewletên Rojavayî ya jibo Kîevê jinûve geş bike vê hefteyê serdana Washingtonê dike.

Zelenskyy piştî Rûsya Sibata 2022’an Ukrayna dagir kir cara duduyan diçe Amerîka.

Çaverê ye Zelenskyy roja Sêşemê li Washingtonê bi Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Civata Nûneran Mike Johnson re bicive.

Komarîyên li Civata Senatoran jiber ku daxwaza wan ya ser tedbîrên zêdetir yên li sînorê Meksîko nehat qebûl kirin hefteya borî bernivîsa alîkarîyê ya 60 mîlyar dolarî ya jibo Ukrayna red kirin.

Bi giştî Komarî li alîyê Ukrayna disekinin, lê hin ji wan hewil didin ku vê mijarê jibo fikarên li sînorê başûr yê welêt bi kar bînin.

Serokê Amerîka Joe Biden 6’ê Berfanbarê gotibû ku jibo bernivîsa alîkarîyê were pejirandin ew dikarin ser sînor hin guherînan bikin.

Karbidestên Ukrayna dibêjin ku ger Amerîka zêdetir alîkarîyê nede ewê di şer de têk biçin.

Şerê Ukrayna û Rûsya didome, lê ew jiber pevçûnên Hamas û Îsraîlê di rojevê de ne li pêş e.

XS
SM
MD
LG