Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ukraynayê Dê Serdana Washingtonê Bike

Karbidestekî Koşka Sipî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky dê roja Sêşemê li Washingtonê kom bibin.

Çavkanîyeke Ukraynî got ku Zelensky girîngîyê dide serdana xwe ya Amerîkayê, lê tîma wî li benda piştrastkirina fermî ya bernameya Trump ji Koşka Sipî ye.

Çavkanîyê herwiha diyar kir ku ev demeke rayedarên Ukrayna û Amerîka li ser pêşnîyarekê ji bo agirbestekê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de danûstandinan dikin, wekî beşek ji hewleke nû ya aştîyê bo dawîkirina şer.

Çavkanîyê got ku Ukraynayê di demên berê de bi pêşniyarên agirbestê hatibûn pêşkêşkirin, lê ew pêşniyar ji alîyê Rûsyayê ve hatibûn redkirin. Lê belê, hin rayedar bawer dikin ku givaştinên li ser aborîya Rûsyayê ji ber êrîşên berdewam ên Ukraynayê yên bi dron û mûşekan dibe ku helwesta Serokê Rûsyayê Vladimir Putin nerm bikin.

Zelensky roja Çarşemê bi nûnerên Amerîkayê Steve Witkoff û Jared Kushner re li ser nûkirina danûstandinên aştîyê bi Rûsyayê re axivî. Wî got ku karbidestên Ukrayna û Amerîkayê dikarin di rojên pêş de li Amerîkayê bicivin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG