Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Dibêje Ew bi Washingtonê re Danûstandinên Payabilind Dikin


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Sêşemê got ku tîma wî vê hefteyê bi karbidestên payabilind yên Amerîka re axifîne.

Zelenskyy dîyar kir ku rêvebirên Ukrayna û şîretvanê ewlekarîyê neteweyî yê Serokê Amerîka Donald Trump û nûnerê wî yê jibo şerê li Ukrayna danûstandin kirine.

Wî got ku niha karbidest danûstandinan dikin ku dema serdana şandeya Washingtonê plan bikin.

Şerê Ukrayna û Rûsya bi qasî 3 sal in didome û Kîev dixwaze peywendîyên xwe yên bi rêvebirîya nû ya Trump re pêşve bibe ku wî gotibû ku ew dikare dawî li şerî Moskow û Kîevê bîne.

Karbidestên Ukraynî dibêjin ku ew bi rêvebirên Washingtonê re ser danûstandina Trump û Zelenskyy jî peyivîne.

Trump hîn tam eşkere nekiriye ku ewê çawa dawî li şerê Rûsya û Ukrayna bîne.

Wî do Duşemê got ku ger Washington jibo şer piştgirîya diravî bide Ukrayna divê ew jî hin ax û tiştên din bide Washingtonê.

Zelenskyy ser banga Trump ji rojnamevanan re got ku ew meha Îlonê bi wî re ser vê mijarê axifîye.

Serokê Ukraynî got ku ew dikare bi hevbendan re ser hevkarî û berjewendîyan danûstandinan bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG