Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy ji Hevdîtina bi Blinken û Austin re Kêfxweş E

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy hevdîtinên bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Berevanîyê Amerîka Lloyd Austin re wek ““cesaretdayîn” û “bi bandor” bi nav kir.

Volodymyr Zelenskyy di peyama xwe ya vîdyoyî ya îro Duşemê de ragihand ku Amerîka piştgirîya xurt pêşkêşî Ukrayna kiriye.

Zelenskyy dîyar kir ku "ser gavên din yên bo bihêzkirina hêzên çekdar yên Ukrayna û bicih anîna hemû pêdivîyên serekî yên artêşa wan" û Amerîka li hev kirine.

Wî da zanîn ku zêdekirina toleyên dijî Moskowê jî di civîna bi Blinken û Austin de hatiye nîqaş kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin doh Yekşemê serdana Ukrayna kirin û li Kîev ya paytext bi serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy û karbidestên wî welatî re civîyan.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin Zelenskyy agahdar kiribû ku Amerîka 165 mîlyon dolar firotana cebilxane û zêdetirî 300 mîlyon dolar alikarîya leşkerî ya bo Ukrayna pejirandiye.

Zelenskyy da zanîn ku Ukrayna wê li bendê be ku Amerîka di rojên pêş de ser pêşkêşkirina hin garantîyên ewlehîyê, rêberîya hevalbendên din bike.

Serokê Ukraynî her wiha Rûsya ji ber êrîşên roja Yekşemê yên Cejna Ortodoksan şermezar kir.

Zelenskky êrîşên Rûsî erişen wek hilweşandina bi qestî ya jiyanê li Ukrayna binav kir.

XS
SM
MD
LG