Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy: Ger Putin Rastîyê Bibîne Dîplomasî Pêkan E


Volodymyr Zelenskyy
Volodymyr Zelenskyy

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê dîyar kir ku ew dixwaze bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re bi awayekî rastexwe biaxife.

Zelenskky got ger Putin rastîyê bibîne ewê bo rawestandina şer rêkên dîplomasîyê jî çêbin.

Wî da zanîn ku Ukrayna wê heta hemî axa xwe bi şûnde distîne, şer bike.

Serokomarê Ukraynî dîyar kir ku divê Rûsya hêzên xwe vekişîne xetên berî destpêka şer.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Rûsya bo kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatê Rojava tevgerên Moskowê wek dagirkirin dibînin.

XS
SM
MD
LG