Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy: Pêdivî Ye ku Ukrayna bi Putin re Biaxife


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Înê got ku Ukrayna naxwaze bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re biaxife, lê divê ew bi vê rastîyê re rûbirû bimîne ku dibe ku ev bo dawîkirina şer hewce be.

"Tiştên ku bi rêberê Rûsî re divê werin gotûbêj kirin hene. Ez ji we re nabêjim ku gelê Ukraynî heweskar e ku bi wî re biaxife, lê divê em bi rastîyên ku tê de dijîn baş bibînin."

Zelenskyy dîyar kir ku di encama wan hevdîtinan de jîyana xwe ya berê dixwazin.

" Em dixwazin jîyana welatekî serwer di nav axa xwe de jinûve bi dest bixin."

Zelenskyy bi berdewamî got ku Rûsya bo hevdîtinên aştîyê yên cidî hîn amade xuya nake.

Zelenskyy ev daxuyanî îro Înê di civîneke bi sazîyeke ramanê ya Endonezya ya onlaynî de ragihand.

XS
SM
MD
LG