Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku danûstandinên bi Rûsya re dê îro Sêşemê jî bidomin.
Zelenskyy da zanîn ku ew dixwazin encama danûstandinan ‘’aştîyeke dadwerane’’ be.
‘’Şandeya me ser danûstandinên bi Rûsan re xebitî. Dibêjin rewiş pir rind e, lê emê bibînin.’’ Zelenskyy got.
Wî dîyar kir ku ew ser danûstandinên bi Rûsya re Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett re axifîye.
Îsraîl bi her du welatan re peywendîyên baş didomîne û ji Ukrayna re alîkarîyên mirovî jî dişîne.