Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Berî Danûstandinên ligel Rûsya Serwerîya Ukrayna Dide Pêş


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Yekşemê di mesajeke vîdyoyî de ragihand ku ewê di danûstandinên bi Rûsya re li Tirkîyê de "serwerî û yekbûna axa welatê xwe bike xala serekî.

"Em demûdest li aştîyê digerin û hevdîtina rûbirû hewce ne. Li Tirkîyê derfetetek heye ku ne xirab e. Ka em encaman bibînin. "

Zelenskyy da zanîn ku bo balkişandina ser rewşa xirab ya li bajarên dorpêçkirî yên mîna Mariupolê, ewê gotarên xwe yên ji parlementoyên welatên din re bidomîne.

Wî roja Yekşemê jî ji rojnamevanên Rûsî yên serbixwe re got ku hikûmeta wî hizra ser bêalîbûnê û garantîyên ewlehîyê ku Rûsya dixwaze bike.

Zelenskyy herwiha got ku ewê parastina rewşa bêçekbûna navokî ya Ukrayna jî binirxînin.

Wî got ku mijara bêalîbûnê û beşdarnebûna NATO'yê, divê bi referandumê ji hêla Ukraynîyan ve were pejirandin û ew jî piştî vekişîna leşkerên Rûsî pêkan e.

XS
SM
MD
LG