Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy: Hefteya Pêş Wê Dema Herî Girîng ya Şer Be


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy hişyarî da ku hefteya pêş wê di şer de wek hefteya herî girîng ya heya niha be.

Volodymyr Zelenskyy di peyama xwe ya vîdyoyî ya doh şeva Yekşemê de dîyar kir ku hêzên Rûsî wê li rojhilata êrîşên xwe hîn berfirehtir bikin.

Wî hevdem Rûsya bi hewldanên bo revîna jiber berpirsiyarîya tawanên şer sûcdar kir.

“Gava ku mirov cesareta qebûlkirina xeletiyên xwe nîşan nede, lêborîna xwe nexwaze, rastiyê û fêrbûnê qebûl neke, ew dibin cinawir. Û dema ku cîhan wê paşguh bike, cinawir bawer dikin ku divê cîhan li gor pîvanên wan tevbigerin.Ukrayna wê van hemûyan rawestîne," Zelenskyy got.

Zelenskyy anî ziman ku wê roj were ku Rûsya neçar bimîne ku rastîyê û her tiştî qebûl bike.

Wî careke din bang li welatên Rojavayî kir ku zêdetir alîkarîyê bidin Ukrayna.

Zelenskyy herwiha da zanîn ku di hevdîtinên bi serokwezîrê Almanya Olaf Scholz re, wî tundkirina toleyên dijî Rûsya û givaştinên pirtir ku Rûsan bo aştiyê mecbûr bike, gotûbêj kiriye.

"Ez kêfxweş im ku bêjim, helwesta Almanya di van demên dawî de di berjewendîya Ukrayna de guherîye. Ez wê bi tevahî aqîlane dibînim, " Zelenskyy got.

XS
SM
MD
LG