Ajansan nûçeyan ya Reutersê ragihand ku karbidestên payebilind yên Ukrayna dê îro Înê civîneke demûdest pêk bînin.
Reutersê da zanîn ku çaverê ye karbidestên Ukraynî di vê civînê de biryarên tundrê bidin.
Di rojên borî de li çar herêmên dagirkirî yên Ukrayna referandum li dar ketin.
Berpirsên Rûsya erkdar kirine dibêjin encamên referanduman raber dikin ew herêm dixwazin tevîl Rûsyayê bibin.
Çaverê ye Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Înê biryarên ser wan herêmên dagirkirî îmza bike.
Ofîsa Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy da zanîn ku civatên berevanî û ewlekarîyê dê îro bicivin.
Zelenskyy û hevbendên wî yên Rojavayî dibêjin ku ew referandum sexte ne û ewê bi ti awayî encamên wan nas nekin.