Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensnky bang li Moskowê kir ku dawî li êrîşên dijminane bîne.
"Ew ne Ukrayna bû ku rêka şer bijart, lê Ukrayna vegera ser rêka aştîyê pêşnîyar dike," Zelensnky got.
Wî got ku hêzeke esmanî ya Rûsî ya li firokexaneya Hostomel li derveyî Kîevê hatiye sekinandin û têk birin.
Zelensnky bi berdewamî dîyar kir ku gelek firokên şer û maşînên zirxî yên Rûsî hatine hilweşandin û hejmareke ne dîyar ji leşkerên Rûsî dîl hatine girtin.