Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Yekşemê ragihand ku heke Amerîka dixwaze li ser rizgarkirina rêkeftina navokî ya 2015 danûstandinan bike, pewîste ku pêşî toleyên hemberî Îranê rake.
Cewad Zerîf di televîzyona dewlete Press TV de, derbarê mijarê de axifî.
"Amerîka bê rakirina toleyan dê nikaribe vegere peymana navokî. Gava ku her kes alîyê peywirên xwe bicîh bîne, ewê danûstandin pêk werin". Zerîf got.
Wezîrê derve yê Îranê Zerîf, helwesta Tehranê ya di derbarê jinûve zindî kirina peymana navokî ya navneteweyî dubare kir.
Rêvebirîya serok Joe Biden hefteya borî dîyar kiribû ku ew amade ye, jibo vegera peymana navokî bi Îranê re gotûbêjan bike.
Koşka Spî daxwaza xwe ya jinûve beşdarbûna peymanê bi şertê ku Îran pîvanên peymanê yên bo sînordarkirina programa navokî bi cîh bîne, tîne ziman.
Piştî ku serokê berê Donald Trump di 2018'an de, bi biryareke yekalî ji wê peymanê Amerîka vekişandbû, dijî Tehranê tole ragihandbûn û Îranê jî gav bi gav dest bi pûçkirina şertên peymanê kir.
Lê, dema ku Tehran û Washington niha dibêjin ew dixwazin peyman jinûve zindî bikin, her du welat di nava nakokîyê de ne, kanê kî divê gava yekê bavêje.
"Biden îdîa dike ku polîtîkaya zexta herî zêde ya Trump têkçûna herî zêde bû. Lê, wan ew polîtîka li hember Îranê neguherandîye. Amerîka bi zext, ceza û zordariyê ve girêdayî ye. Ew bo Îranê Êranê dest nade " Zerîf got.
Sala borî parlementoya Îranê qanûnek derxistibû ku dibêje heke tole neyên rakirin, divê hikûmeta Tehranê peymana bi Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA), ji 23'ê Sibatê ve bi dawî bike.
Li gor peymanê, Îran destûrê dide IAEA ku bi ragihandina demên kurt de li navendên pêşxistina çekên navokî yên Îranê, kontrol û nirxanidinan bike.
"Ev jibo cîhanê ne destnîşankirina demekî ye. Ev ne fermanek e. Mîna her demokrasiyê, em mecbûrin ku qanûna ku ji hêla parlamentoyê ve hatî pejirandin bicîh bînin . Biryara dawikirina kontrolên IAEA ne binpekirina peymanê ye, " Zerîf got.
Zerîf destnîşan kir ku di deqîqaya ku Amerîka tevahîya xalan bicîh bîne, ewê jî vegerin bicîh anîna tevahîya xalan.
Amerîka û alîyên Ewrupî yên peymanê Îran hîşyar kirin ku kontrolên IAEA qedexe neke.
Medyaya dewleta Îranê ragihand ku Rafael Grossi, Berpirsê Giştî yê IAEA ku niha jibo gotûbêjkirina "kiryarên rastînkirina bingehîn" ya sazîyê li Têhranê ye, îro bi berpirsê Rêxistina Enerjîya Atomê yê Îranê re civîya ye.
Nûnerê Îranê yê li IAEA, Kazim Gharibabadi, ser Twitterê got ku Berpirs Alî Ekber Salihî û Grossi li ser bingeha rêzgirtina hevûdin gotûbêjên berhemdar pêk anîne.
"Emê bi Grossi re derheqê rêzgirtina qanûnên welatê me de biaxifin. Lê, hevdem, ev jibo wî astengîyeke çênake ku bicîhanîna peywirên xwe bidomîne da ku nîşan bide ku bernameya navokî ya Îranê aştîyane ye," Zerîf got.