Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zêrevanê Serekî yê Mûsevî Hat Desteser Kirin


Ahmed Yezdanfer zêdeyî 20 sale zêrevanê serekî yê Musevî bû

Malpereka opozisyona Îranê radigehîne ku karbidestan Îranî zêrevanê serekî yê rêberê opozisyona welatî, serokwezîrê berê Mîr Hûsên Mûsevî, desteser kir.

Malpera Kaleme.com radigehîne ku Ahmed Yezdanfer şeva Dûşemê hate desteser kirin û cihê wî ne diyar e.

Yezdarfer eve zêdeyî 20 sale zêrevanê serekî yê Musevî bûye.

Bi sedan bizavkar, ji wan alîkar û hevalbendên siyasî yên Mûsevî, di tepeseriyeka opozisyonê de hatîne desteser kirin, piştî wan sala bûrî dubare hilbijartina serok Mehmûd Ahmedînejad red kir.



XS
SM
MD
LG