Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarokê Zergan bi Berdewmî Armanca Topbarana Artêşa Tirkîyê ye


Topbarana artêşa Tirk ya ser Gundê Derdera ya li herema Zerganê
Topbarana artêşa Tirk ya ser Gundê Derdera ya li herema Zerganê

Bajarokê Zerganê ya ku li bakur-rojhilata Tiltemirê ye, ji meha borî heya niha bi berdewamî ji alîyê artêşa Tirkîyê ve, tê topbaran kirin.

Di encama êrîşan de, herî dawî tevî yek zarokeke û çar jinan bi tevahî heft kes hatin kuştin.

Herwiha, di nav de 4 zarok, 19 kes jî birîndar bûne.

Bi êrîşa Tirkîyê ya di 2019'an de, Zerganê di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hêzên Tirk de mîna xeta cudakar tê nirxandin.

Rûniştvana Zerganê Heyat Hesûn di derbarê êrîşan de wîha dibêje:

'' Berîya niha artêşa Tirkîyê derdora bajarokê toparan dikir, lê di van demên dawîyê de navenda bajarokê armanc dike û jiber vê hejmareke kesên sîvîl hatin kuştin .''

Nêzî 45 hezar mirov li Zerganê dijîn ku ji pêkhatên Kurd, Asûrî,Ermenî û Ereb in.

Bajarok hema hema 80 gundan girêdayî hev dide.

Hevdem, herema Zerganê debara xwe bi gelemperî ser çandinîyê û xwedîkirina sewalan bi dest dixin, ku berfirehîya zevîyên wê yên çandinîyê 36 hezar donime.

Lê, piranîya ew zevîyana niha bi sedema rewşa ewlekarîyê ya xirab û xeter nayên çandin.

Navên gundên ku bi berdewamî rastî topbaranan tên ev in : Esedîyê, Rebîyat, Tilemîr, Tlwerid û Niwêhat.

Ji alîyê din ve, 5 dibistanên li Zerganê jiber hilweşîna topbaranan, hêdî nikarin bêne kar anîn.

Hevdem, 3 mizgeft û şaredarîya bajêrokê jî hatine armanc kirin.

Rûniştvanên Zerganê dîyar dikin ku bi sedema topbaranên Tirkîyê li navenda bajorokê û li avahîyên xizmetguzarîyê zararên mezin çê bûne.

Welatîya Asûrî ya bi navê Cemîla Kako ku ji herema gundewarî Zerganê ye wiha dibêje:

''Berîya mehekî hemû herem rastî topbaranê dihatin, lê di demên vê dawîyê de êrîş li ser herêma Zerganê bi tundî pêk hat, ku ev êrîş gehişt mizgeft û navandên giştî yên xizmetguzarîyê. Topbarankirin ne tenê herêma Zerganê armanc dike, tevahîya herêmên Xabûr armanc dike, sengerên şer yên bi dagirkerê Tirk re.''

Rûniştvanên Zerganê didin zanîn ku ji dema ku artêşa Tirkîyê bajarê Serêkanîyê Kontrol kiriye vir ve, rewşa ewlehîyê ya li heremê têk çûye.

Sîvîlên li heremê dijîn rojane di bin gef û êrîşan de ne, her roj bi dehan topên hawanan, bi taybet danê êvarê, li ser bajarokê de, dibarin.

Alaa Alzahir, rûniştvanê Ereb yê Zerganê di derbarê van êrîşan de wiha diaxife:

''Jiber van êrîşan ji heyama mehekê de û heya niha 19 birîndar, tevî zarokekî 7 şehîd hene. Çi sûcên van zarokan hebû ? Çi sûcê van jinên şehîd hebû ? Gelo wan çek rakirî bû? Gelo Erdogan sîvîlan armanc dike bo ku wan penaber bike?''

Hejayê bal kişandinêye ku Zerganê di warê stratejîk de girîng e, ku dikeve bakûrê bajarên Hesekê û Tiltemirê.

Hevdem, Zerganê sê bajaran – Serêkanî, Tiltemir û Dirbêsî- girêdayê hevdu dide û tenê 20km dûrî sînorê Tirkîyê ye.

Li gor pêzanînên serjimarîyê, 6 hezar runiştvanên li gundên herema xeta cudakar neçar mane ku koçberî bajarê Tiltemir û Hesekê bûne.

Herwiha, hejmarek ji wan li kampa Newrozya li herêma Dêrikê hatine bi cîh kirin.

Hêzên leşkerî yên Rûsyayê di gel artêşa Tirkîyê li hereme gerên xwe didomînin.

Dewrîyên hevbeş yên Rûsya û Tirkîyê wek encama peymana agirbesta Soşî ya di 2019'an de têne kirin.

Hêzên Amerîka di 2019'an de, bi vekişîna ji SerêKanîyê ji Zerganê vekişîyan.

Wezareta berevanîyê ya Tirkîyê bi berdewamî dibêje ku kesên ku li Zerganê têne armanckirin şervanên HSD'ê ne.

Lê, HSD her yek car ev daxuyanîyên Tirkîyê red dike û dibêje ku sivîl têne armanc kirin.

Di nava hêzên nakok de , aramîya Zerganê têk diçe, qurbanî hene û bi hezaran zevî bê çandinî mane.

Hûn dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn gohdar bikin.

Topbarana artêşa Tirkîyê ya ser Zerganê Didome
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:31 0:00


XS
SM
MD
LG