Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Farqînî: Kursên Zimanê Kurdî Erênî Dibîne Lê Daxwaza Perwerdeya bi Kurdî Dike


"Zimanê Min Qedexe Nekin"
"Zimanê Min Qedexe Nekin"

Di rojeva şaredarîya Stenbolê de kursên zimanê Kurdî hene ku berî hilbijartinên xwecîhî bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ew soz dabû.

Li ser vê mijarê gava yekê ji serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu hat ku berî çend rojan bi xwendekarên derçûyî yên beşa Ziman û Edebîyata Kurdî re civîbû.

Wî gotibû ku ewê di demeke nêzîk de kursên Kurdî vekin.

Zimanzan Zana Farqînî bawer dike ku pêwîstî bi perwerdeya bi zimanê Kurdî heye û divê hikûmet gavên girîng li ser wê yekê bavêje

“Ev kurs jibo hînkirina zimanê Kurdî ye. Mijara perwerdeyê û mijara hînkirina zimên du tiştên ji hev cuda ne. Jixwe niha li gor qanûnên Tirkîye ti astengî li pêş hînkirina zimanê Kurdî tuneye. Lê jiber ku di pratîkê de astengî hene û ew wek tiştekî sîyasî tê dîtin, kes nawêre xwe bide ber vî karî.”

Farqînî daxuyanîyên bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu yên derbarê zimanê Kurdî û gotinên Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu girîng dibine û daxwaza gavên pratîk dike.

“Em nikarin bêjin ku gava kursên zimanê Kurdî bes e, jixwe sazîyên Kurdan tevî hemû astengîyan di pratîkê de ev kar dimeşandin.”

Farqînî bal dikşîne ku bilî Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) hemû partîyên sîyasî yên Tirkîyê di mijara çareserkirina pirsigêka Kurdî ne amade ne û CHP jî jibo perwerdeya zimanê Kurdî di nav xwe de lihevhatinek çênekirîye.

MEB_12_09_2019_Şaredarî_Kursen_Kurdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00


XS
SM
MD
LG