Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keştiya Genimê Dizî Yê Ukraynayê ji Tirkiyeyê Dê Vegere Rûsyayê


Keştiya ZHIBEK ZHOLY
Keştiya ZHIBEK ZHOLY

Çavkaniyên Tirk roja Pêncşemê ji AFP'ê re ragihandin ku keştiyeke barhilgir ya guman jê tê kirin ku genimê Ukraynayê tê de ye vegeriya avên Rûsyayê, ku ji aliyê Ukraynayê ve bi tundî hat şermezarkirin.

Malpera marinetraffic.com ragihand ku keştiya bi navê Zhibek Zholy beriya ku li ser nexşeya elektronîk winda bibe, bi qasî 20 kîlometreyan dûrî bendera Karasu ya Derya Reş li Tirkiyeyê bû. Her wiha nîşan dide ku keştî dibe ku transponderê xwe vemirîne, cîhaza ku dihêle cihê keştiyê bihê zanîn.

Du çavkaniyên Tirkiyê diyar kirin ku keştî ber bi bendera Kafkaziya Rûsyayê ve diçû ku li nêzî tengavek li nêzî nîvgirava Kirimê ye.

Ukrayna îdîa dike ku keştiya ku ala Rûs a genimê Ûkraynayê bi rêya Bendergeha Berdyansk ya Ukrayna ya dagîrkirî de ye, hilgirtiye.

Ukraynayê daxwaz ji Tirkiye kirk u keştiyê bigire û genimê tê de vegerîne Ukraynayê.
Lê Belê Rûsya îdîa dike ku Ukraynayê berhemê cotkaran "neteweyî kiriye" û ji cotkarên navxweyî dikire.

Tirkiye ku endamekî NATO'yê ye, hewl dide li ser çareseriyeke ku destûrê bide têkiliyên baş yên bi her du welatan re bidomîne.

Çarenivîsa Genim Nediyar E.

Endamekî tîma keştiyê ku nexwestîye nave bihê zanîn gotiye, Zhibek Zholy ji ajansa Nûçeyan a Tassê ya Rûsyayê re axivî û diyar kir ku niyeta keştiyê ew e ku genim veguhêze keştiyeke din da ku 'pereyan ji dest nede'.

Lê çavkaniyekî Tirk diyar kir ku keştîyê bi dilxwazî ji Tirkiyê derketîye. Çavkaniyê Tirk got, "Bi qasî ku haya me jê heye, ew keştî tevî barê xwe li bendera Rûsyayê çaverê ye."

Jêder: France Press (AFP)

XS
SM
MD
LG