Serlêdanên atolyeya jibo pêşxistin û fêrkirina kurdî yên Komaleya Lêkolînên Kurdî li Îstenbulê dewam dikin.
Komaleya Lêkolînên Kurdî jibo demsala payîzê 5’ê Cotmehê bi sê zaravayên Kurdî dest bi dersgotinê dike. Komale dê dersên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî(Dumilî) bide.
Her demsalê 3 mehan dewam dike û perwerdeya Kurmancî ji 4 astan pêk tê. Soranî ji 2 astan, Kirmanckî jî ji yek astê pêk tê. Piştî van astan dersên asta mamosteyî jî têne dayîn.
Herwiha ev du demsal in jibo zarokan jî polek taybet roja yekşemê hatîye vekirin.
Bilal Yildiz, ku rêveberê Komaleya Lêkolînên Kurdî ye dibêje, serlêdanên vê serdemê piranîya wan ciwan û xwendekarên zanîngeha ne.
“Serlêdanên payîzê zedetir in ji serdemên din. Jiber ku kesên zêdetir têne li komaleyê piranîya wan xwendekarên zanîngeha ne. Formeka me li ser înternetê heye û em qeydan digirin. Ji van 62 ji sedî xwendekar in.”
Dîsa Yildiz anî ziman ku malbatên zarokan jî dixwazin zarokên wan hînî Kurdî bibin û ew dibêje daxwaza malbatan dide nîşan ku qreşên zarokan divê li gelek cihan werin vekirin.
“Hem jiber ku Îstenbul bajareke pir mezin e, hem jî jiber ku dê û bavên zarokan dixebitin, birin û anîna zarokan jibo dê bavên wan hinek zehmet e. Ji gelek navçeyên Îstenbulê gelek malbat dixwazin zarokên xwe rê bikin jibo hînkirina zimanê Kurdî. Jiber vê yekê jî pewîstî bi qreşên hene.”
Yildiz bangawazîyê bi taybetî ji Kurdan û paşê ji gelên din dike ku kesên dixwazin hinî Kurdî bibin dikarin serlêdana Komeleya Lêkolînên Kurdî heta 5 Cotmehê bikin.