Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Viyan Cûdî: Zimanê Kurdî Bengeha Hebûna Netewa Kurd E


Li welatê Sûriyê zimanê kurdî bi salan di bin qedexekirin û bişaftinê de mabû, lê belê piştî şerê navxweyî di sala 2011an de, êdî rewş hate guhertin û kurdan karîbû desthilata xwe li herêmên kurdî li bakurê rojhilatê Sûriyê bicî bikin û sazî û navendên xwe ava bikin, Saziya Zimanê Kurdî yek ji wan saziyan e ku li ser zimanê kurdî dixebte.

Bengeha vê saziyê di sala 2007an hatibû damezrandin lê belê xebatên xwe veşartî dikir, ji dema ku xweseriya demokrat desthilata xwe li herêmên kurdî ragêhand, êdî xebatên saziyê bûn eşkere.

Mamoste Viyan Cûdî hevseroka vê saziyê ye dibêje ku bi awayek berfireh karîbûn zimanê kurdî derbasî sîstema perwerdeyî bikin û li hemû bajar û gundewarên kurdan belav bikin.

Viyan dibêje ku bi bengeha rêbaziya perwerdekirinê ew pirtûk û berhmên xwe diafrînin û mamosteyan fêrdikin û amadedikin bo karê mamostaya zimanê kurdî.

Xebatên wan ne tenê ser zaravê kurmancî ye lê ew zaravên din jî bikar tînin û bi xebatên hevbeş ew çaksaziyên xwe ava dikin da ku karibûn rist û rêbaza ziman bikin standerd û li her şûnekî bibe zimanê serekî ji civat û saziyan re.

Deng û Reng-Viyan Cûdî-01-03-2022-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:03 0:00


XS
SM
MD
LG