Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Tirkîyê Dema Bijartina Dersa Kurdî Heta 7'ê Sibatê Paş Xist


"Don't ban my language"

Wezareta Perwerdeya Netewî ya Tirkîyê (MEB) îro Pêçşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku jiber mercên nebaş yên hewayê, ku xwandekar nikarin herin dibistanê, dema dîyarkirina ‘dersên bijartî’ heta 7ê Sibatê hatiye paşxistin.

Bi bîryara nû ya wezaretê, xwandekarên polên 5-6-7 û 8’ê heya 7’ê Sibatê dikarin jibo bijartina dersên Kurdî serlêdanê bikin.

Miradxan Şemzînî, berhevkarê ziman û çanda Kurdî, ku li bajarê Colemêrgê (Hekarî) piştgirîya bijartina dersê Kurdî dike, ew biryar wek gaveke erênî nirxand.

Şemzînan dibêje ku li bajarokê Şemzînana Colemêrgê bi rêjeya 85 ji sedê xwandekar dersa bo perwerdeya Kurdî serî li rêvebirîyên dibistana dane.

Wezareta Perwerde ya Tirkîyê di 2021’an de 15 hezar mamoste wergirtibûn û di nav van mamosteyan de tenê 3 mamosteyên bo dersa Kurdî hebûn.

Şemzînan jî di vî warî de got ku daxwaza jibo dersa Kurdî pir e, lê mamoste hindik in.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:37 0:00

XS
SM
MD
LG