Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Resul Geyik: Tirkîye jiber Sedemên Siyasî Naxwaze Zimanê Kurdî Bibe Fermî


Kêşeya zimanê Kurdî li Tirkîyê cîhekî pir mezin di giftûgo û çalakîyên Kurdan de girtiye û hewildanên takekesî û girseyî berdewam dikin ku zimanê Kurdî li Tirkîyê bibe zimanê fermî û li xwendingehan were hîn kirin.

Lê, ji alîyê hikûmeta Tirkîyê ve ti bersîv yan plansazî nehatiye amadekirin ku ev kêşeyê çareser be.

Zimanzan Resul Geyîk yek ji wan xizmetkarên zimanê Kurdî ye ku bi awayekî akademîk xebatkarên dike ku Kurdî li Tirkîyê bibe zimanê perwerdeyî.

Geyîk di sala 1976'an li bajarê Amedê ji dayik bûye û beşa zimanê Îngîlîzî li Zanîngeha Dîcle ya heman bajarî xwendiye.

Ew li Zanîngeha Artuklu ya li Mêrdînê mamoste ye û bi Tirkî, Îngîlîzî û çend zimanê din yên wek Almanî, Fransî û Îtalî jî dizane.

Yek ji nivîskarên pirtûka bi navê "Waneyên Zimannasîyê" di sala 2016'an de ku ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve hatibû weşandin.

Wî di sala 2020'an de pirtûka xwe ya bi navê "Hînkirina Teorîya Kurdî-Kurmancî" ji Çapxaneya Azad da weşandin.

Wekî din jî çend pirtûkên wî yên di derbarê zimanê Îngîlîzî û hînkirina wê de hatine belav kirin .

Geyîk herwiha beşdarî û çalakîyên xwe yên di komxebatên ser zimanê Kurdî de didomîne.

Nerîn û bûçûnên Geyîk yên derbarê zimanê Kurdî û kêşeyên wê de, dualî ne: yek ji rexneyên wî yên li ser danûstandinê siyasî bi kêşeya zimanê Kurdî li Tirkîyê ku ew rê li ber geşepêdana ziman digire. Ya din jî rexneyên wî li civata Kurdî ye ku ew baş xwedî li zimanê xwe dernakeve û li ser wî naxebite.

please wait

No media source currently available

0:00 0:42:52 0:00

XS
SM
MD
LG