Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hinara Tajdîn: Nifşa Nû ji Kurdan Wê Zimanê Xwe Biparêzin


Nivîskar û hebbestvana Kurd Hinara Tajdîn, yek ji wan helbestvanên Kurdên Ermenistanên ye, ku bi salan li ser ziman û wêjeya Kurdî xebat kirîye li tenişta kesaytên naskirî wek Erebê şemo, Casimê Celîl, Elîyê Ebdilrehman, Simoyê Şemo, Cemîla Celîl û gelek kesayetên din yên ku radyoya Rewanê damezarindibûn û navnedek taybet bi çand û hunera Kurdî ava kiribûn.

Malbata Hinara ji ber gef û zordarîya Osmanîyan di sala 1914-1915an de ji Wanê derketin û li Ermenistanên bicîh bûn wek hezaran ji Kurdên Êzîdî di wê serdemê de.

Hinara dibêje, ku ew hisreta welat û dûrbûnê bi bapêrên wê re ma û nifşeka da destê yê din, ji ber vê yekê jî wan zimanê xwe ji wendakirinê parast û kevneşopîyên xwe wenda nekirin ya ku bû sedema xebatên gelek ji rewşenbîr û zanên Kurdan li wir ku kovara Rîya Teze û Radyoya Rewanê damezrînin ji bo ku ji Kurdan qut nebin û nasnameya xwe wenda nekin.

Hinara yekem jin bû ku helbestên xwe di Radyoya Rewanê de xwend û li ser destê mamoste Elîyê Evdilrehman Mamêdov fêrî nivîsîna Kurdî bû û rêzimana Kurdî.

Piştî êrîşa DAIŞ li ser Şengalê, Hinara biryar da ku dîwana xwe ya bi navê Rojava belav bike.

Hinar dibêje, bi saya tora medya civakî, êdî gelek agahî li ser Kurdan pêda kir û bi geşbînî nifşên nû dişopîne, û li gorî nerîna wê, dibe ku ev nifşên nû ji Kurdan bibin parêzerê ziman û çanda Kurdan.

Deng û Reng- Hinara Tajdîn-2-21-2022-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:02 0:00
XS
SM
MD
LG