Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ekrem Yildiz: Fêrbûna Zimanê Kurdî Erkeke Netewî Ye


Rojnameger û Lêkoler Ekrem Yildiz mêvanê vê xelekê ye ji bernama Deng û Reng

Li Tirkîyê hilmetek berfireh destpê kiriye ji bo fêrbûna zimanê kurdî li dîbistanên fermî. Ev hilmet bi alîkariya hin sazî û komelên kurdî tê belav kirin, ku saziya Botan Intrenational yek ji wan saziya ye bo alîkariya vê hilmetê.

Rojnameger Ekrem Yildiz endamê vê saziyê û berpirsê vîdyo di wê de, xebatek taybet bo piştegirtina hilmeta zimanê kurdî kiriye ku jimarek mezin ji hunermend , nivîskar, rojnameger û hinî din vexwendî vê himetê kir û vîdyon taybet bi bangewaziya wan amade kiribû û li ser tora medya civakî belav kir.

Yildiz di sala 1991ê li bajarokê Miksa ya bi ser Wanê ve hatiye dinyayê, Xwendina xwe ya zanîngehê li Wanê bi dawî kiriye.

Sala 2012an li Zanîngeha Mardîn Artûklûyê dest bi xwendina Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî kir.

2017an li heman zanîngehê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de dest bi xwendina masterê kir û sala 2020an teza xwe ya li ser sînemaya kurdî pêşkêş kir û der çû.

Heta niha di çendîn fîlm û belgefîlman da wekî asîstan kar kiriye. Niha jî li Botan Internationalê wekî vîdyo-edîtor kar dike û li ser sînemaya kurdî lêkolînn dike.

XS
SM
MD
LG