Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li Stenbolê


Bi mebesta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ku 21’ê Sibatê li seranserê dinyayê tê pîroz kirin, li gelek bajarên Tirkîyê bi daxwazên rakirina astengîyên ser mafê perwerdê û karanîna zimanê dayikê çalakî pêk hatin.

Di çarçoveya bizavên Roja Zimanê Dayikê de, li Stenbolê jî bi sernavê ‘Ji Zimanên Me yên Dayikê re Azadî’ rêçûnek li Taksîmê hate kirin.

Di meşa ku bi pêşengîya Komela Mafên Mirovan (IHD) hate saz kirin de, netewên Kurd, Tirk, Laz, Gurcî, Pomak û gelek pêkhatên din yên civaka Tirkîyê bi diruşm û pankartên xwe beşdarî kirin.

Hidir Ercan ê bavê 11 zarokan ku ji Mêrdînê koçberî Stenbolê bûye, tevî zarokên xwe pişikdarîya meşa Roja Zimanê Dayikê kir ku ew jiber astengîyên ser zimanê Kurdî zarokên xwe naşîne dibistanên fermî yên dewletê.

Berpirsê Weşanxaneya Vate ku bi zaravayê Kirdkî anku Zazakî weşanê dike, Denîz Gunduz jî di meşa Roja Zimanê Dayikê de amade bû.

Gunduz xwedîderketina li ziman bi kiryarên vî rengî baş dibîne. Lê, ew dide xuya kirin daxwazên li ser zimanê dayikê dibe amûra sîyasetê ku heta niha hê jî gavên rêkûpêk nehatine avêtin.

Mamosteyê dibistanê li Stenbolê û xwendekarê kursa zimên li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Vahap Işik jî girîngîya pêkhatên li vê çalakîyê dîyar dike ku dibêje, bi hatina vir ew xwedî li laşê xwe derdikevin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG