Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê li Qamîşlo bi Komcivîna Ziman Tê Pîroz Kirin


Komcivîna Zimanê Kurdî li Qamîşlo
Komcivîna Zimanê Kurdî li Qamîşlo

Roja Yekşemê, ku roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ye li Qamişlo ev bîranîn bi komcivîneke xebatê jibo zimanê Kurdî pêkhat.

Komcivîn ji alîyê desteya perwerdê ya bakûr û rojhilatê sûrîyê hat orgenîzekirin. Komcivîn bi silogana perwerdeya bi zimanê dayikê mafê bingehîn yê hemû gelan e.

Endama komîteya amadekar Menla Emîn ji Dengê Aamarîka re anî ziman ku mebesta wan ji komcivînê ku danasîna mafê perwerdê bi zimanê dayîkê û çawanîya naskirna wê di civaka navnetweyî de.

Di komcivîne de pisor, zimanzan û mafnas li ser asta bakûr û rojhilatê sûrîyê beşdar bûn.

Her wisa mesacên video yên kesayêtin navnetweyî yên hezkir û zimanê kurdî de dixebitin mîna zimanzanê Amarîkî Michael Chyet ku di mesaja xwe de giringîya perwerdeaya bi zimanê dayîkê anî ziman.

Mafansa derfetên pêkanîna erêkirina sîstema perwerdê bi zimanê dayîkê li sûrîyê bi lêkolînên qanûnî beşadr bûn.

Berpirsa OLFTAW an ku komîteya perwerdeya bi zimanê sirîyanî Cozifîn Sewmê got "Em îro di vê komcivînê de beşdar bûne li gel hemû pêkhateyên din kurd ereb û siryan bi bûneya roja cîhanî a zimanê dayîkê , em weke pêkhate suryan ji mavê meye ku zarokên me perwerdeya xwe bi zimanê sûriyanî bibin, herî kêm li ser asta xwecehîn ku rêbazek xwendinê bi zimanê Sûeiyanî bê dayîn, ji xwe rêbaz hatiye amade kirin li kêlek rêbaza Kurdî û Erebî, em bi hêvîne ku rêbaz bi dawî bibe û zarokên me bi zmanê xwe fêr bibin û buxînin".

Beşdarûna wan di komcivînê de bi mebesta danasîna karîna zimanê siryanî bo perwerdê.

Li alîyekî din serokê desteya perwerdê ya bakur Receb El Mişrif dîyar kir ku ezmûna perwerdeya bi zimanê dayîkê ya bakûrê sûrîyê belgeyea serkeftina vê sîstemê ye, û ew dê bi rengekî dîplomatîk vî mafê bingehîn di destûra sûrîyê ya pêşeroj de biçesibîne in .

" li bakur û rojhilatê Sûriyê em hemû zimanê dayîkê yên li herêmê têne dayîn yê hemû pêkhateyan û zarokek tenê jî jibê mafê xwe yê perwerda bi zimanê dayîkê namîne li cihê ku ew lê be û lê jiyan dike"

Hêjaye gotinê ye ku komcîn li ser du qunaxa hat dabeşkirin, ya yekê di mafê herêmî û navneywetî de mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê , di beşa duyem de sîstema bakurd û rojhilatê sûrîyê de perwerdeya pirrzimanî û pirrçandî hat gotobêj kirin.

Raporta Qamişlo Komcivîna li Ser Ziman 21 02 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:53 0:00

Komcîvîna Zimanê Dayîkê li Qamîşlo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:57 0:00

XS
SM
MD
LG