Lînkên eksesibilîtî

15'ê Gulanê li seranser cîhanê wek Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. Taybetîya vê rojê destpêka weşana Kovara Hawarê ye ku di 15'ê Gulana sala 1932'an de, bi alfabeya Latinî ya Kurdî hatîye weşandin.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di sala 2006'an de vê rojê weke roja Cejna Zimanê Kurdî pejirand û bi vê mebestê, 15-22 Gulanê wek Hefteya Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.

Di çarçova vê cejnê de li gelek bajarên Kurdan bi dehan bername û çalakîyên cuda tên lidarxistin û bal li ser girîngîya zimanê dayikê tên kişandin.

XS
SM
MD
LG