Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Tirkîyê Lezê Dide Xebatên Karanîna Zimanê Kurdî


Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Beşîr Atalay radigihîne ku, ew jibo di xizmetên dezgehên dewletê de Kurdî were karanîn di nav hewildaneke qanûnî de ne.

Li gorî ku rojnameya Milliyet'ê ya Tirk îro Sêşemê ragihand, Cîgirê Serokwezîr Beşîr Atalay dibêje, di serî de jibo karanîna Kurdî di karûbarên dezgehên dewletê de, hikûmeta wan lez daye xwe da ku xebatên misogerkirina zemîna hiqûqî bike.

Cîgirê Serokwezîr herwiha dîyar dike ku xebata wan ne ku li ser karanîna zimanê dayikê li dezgehên dewletê ye, lê, li ser karanîna nav xizmetên dewletê ye.

Ji alîyê din ve Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP), jî daxwaz dike ku zimanê Kurdî bi fermî weke zimanê diduyan li dezgehên dewletê were qebûl kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG