Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zimanzan Newzad Hirorî Derheqa Zimanê Kurdî Dipeyîve


Zimanzan Newzad Hirorî di konferasna KNC'ê de li ser zimanê Kurdî diaxife. Maryland, Amerîka ,Adar, 2009
Zimanzan Newzad Hirorî di konferasna KNC'ê de li ser zimanê Kurdî diaxife. Maryland, Amerîka ,Adar, 2009

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar û pisporê ziman Newzad Hirorî nîqaşên li ser zimanê Kurdî ya li Tirkîyê, bi çavê zimanzanekî dinirxîne.

Birêz Hirorî dibêje, divê li herêmên Kurdan, zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û dewleta Tirk mesrefê bo wî bike ku Kurdî li her warê jîyanê de bête bikar anîn.

Newzad Hirorî lêzêde dike û dibêje, pêngavên ku ji alîyê hikûmeta ve têne avêtin erênî ne, lê divê hikmet gavên girîngtir û mezintir bavêje.

Birêz Hirorî, ku di heman demê de rêvebirê giştî yê Kitêbxaneya Kurdî ya Swêdê ye, bang li hemî Kuran dike û peywendî ligel pirtûkxaneyê bikin û berhemên wê bikar bînin.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn klîk bikin.

XS
SM
MD
LG