Ajansa nûçeyan ya Interfaxê ragihand ku Rûsya 10 muşekên hîpersonîk yên Zircon ceribandine.
Serokê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku ew muşek cureyên nû yên berevanîyê ne û pesna wan da.
Putin berê jî dîyar kiribû ku ceribandina muşekan bo wan pir girîng e û dabû zanîn ku ewê bi wan şîyana xwe ya berevanîyê xurttir bikin.
Wî di sala 2018’an de gotibû ku muşekên hîpersonîk dikarin herin her derê cîhanê û îdia kiribû ku kapasîteya wan têra derbazkirina sîstemên berevanîyê yên Amerîka dikin.
Her çiqas şopandina muşekên hîpersonîk dijwar e jî, hin pisporên rojavayî dibêjin ku hîn ne zelal e ku Rûsya ew muşek çiqas pêşde birine.