Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zûhat Kobanî: Rejîm û Komên Çekdar Dixwazin Kurdan Bikşînin Nav Şer


Kurdên Efrînê di rêdeçûnekê de ne
Kurdên Efrînê di rêdeçûnekê de ne
Ev demeke dirêj e ku pevçûnên navbera komên çekdar û Hêzên Parastina Gel (YPG) li Herêma Çîyayê Kurmênc didomin.

Di pevçûnan de ji her du alîyan de kuştî hene, lê raportên medyayî radigihînin ku hindabûna komên çekdar yên Cîhadî pirtir in.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Zûhat Kobanî, Berpirsê Peywendîyên Derve yê Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) pevçûnên berdewam dinirxîne û agahîyên girîng ser rewşa herî dawî ya herêmê dide.

Birêz Kobanî dibêje, hem rejîma Sûrî hem jî ew komên çekdar ku hin dewletên cîran li pişt wan in, dixwazin Kurdan bikşînin nav şer.

Kobanî herwiha dibêje, çawa ku li Bakur “qorîcî” hebûn, li Başûr “cehş” hebûn, li Rojava jî dixwazin kesên wiha bixebitînin, lê gelê Kurd rê nade kesên wiha. “Di demê dawî de gelek xort tev li rêfên YPG’ê bûn ku axa xwe biparêzin”, Kobanî dîyar kir.

please wait

No media source currently available

0:00 0:09:28 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG