Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeymanîya bi Serokatîya Amerîka li Îraqê: Me Mafê Bersivdanê Heye


Leşkerekê Amerîkî li herêma zona Kesk li Bexda

Hevpeymanîya Navnetewî ya bi Serokatîya Amerîka ya ku li Îraqê serkêşiya şerê li dij Dewleta Îslamê DAIŞê dike got, dema ku hêzên wan rastî her êrîşekê bihê, ewê bersivê bidin wan êrîşan.

Hevpeymaniyê roja Sêşemê di daxûyaniyekê de, eşkere kir ku ew rê nadin her êrîşek li ser endamên wan li Îraqê pêk bihê. Hevpeymaniyê ev yek ragihand piştî ku êvarîya doh Duşemê 2 mûşek bi herêma "Bazneya Kesk"ket bûn ku, weke herêmeke asê û xwedî ewlehîyek tund li paytext Bexda tê naskirin.

Hevpeymaniyê di daxûyaniyê de gotîye"rê nahête dan ku her êrîşek bo ser kesên Amerîkî yan jî saziyên Amerîka pêk bihê".

Daxûyanî dîsan dibêje "nabe êrîşî ti cih yan jî saziyên ji aliyê hêzên hevpeymanan û Amerîka bihê kirin..Hêzên hevpeymaman mafê bersivdanê heye".

Heta niha ti aliyan êrîş negirtîye ser xwe,ya ku Duşemê bi 2 mûşekan bo ser herêma ewlekariyê "zona kesk" pêkhatbû.

Hêzên ewlekarîya Îraqê dibêjin, yek ji wan mûşekan bi rûbarê Dîcle ketîye, lê ya din bi zona kesk ketîye, lê ti ziyanek mirovî û madî çê nebûne.

Ji Hejî bîrxistinê ye ku grûbên çekdar yên alîgirên rejîma Îranê li Îraqê hene, hin caran leşkerên Amerîkî û saziyên Amerîkî û hevpeymanan di salên bûrî de kirbûn aramnc, ji wan grûban Asayîb Ahil Al Haq.

XS
SM
MD
LG