Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşbirka Çandî li Efrînê Pêk Hat


Mîhrîcana Şehîd Zozan Yûsif ya çandî ku ji alîyê Kombenda Xwendekarên Demokratîk ve hat li dar xistin, roja Yekşemê bi pêşbirka fînalê bi dawî bû.

Di fînalê de tîmên xwendekarên Peymangeha Hunerê, Fekulteya Wêjeya Kurdî û Peymangeha Vîyan Amara ya zimanê Kurdî, hatin hember hev.

Di derbara mîhrîcan û pêşbirkê û armancên wê de, endamê Kombenda Xwndekaran Nûrhat Heftaro ji Dengê Amerîka re wiha axifî:

"Armanca me em ruhekî komînal di nava xwendekaran de peyda bikin û xwedekarekî rewşenbîr û zana bibe bersîv ji civaka xwe re ava bikin".

Di qonaxên pêşî yên pêşbirkên mîhrîcana ku heft rojan dom kir de, xwendekarên Zanîngeha Efrînê û peymangehên pîşeyî beşdar bûn û tîmên serkeftî giheştin pêşbirka fînalê.

fînalê de pirsên çandî yên curbicur di mijarên weke dîrok, erdnigarî, spor, teknolojî û huner hatin pirsîn.

Di encama pêşbirka fînalê de tîma xwendekarên Peymangeha Vîyan Amara bi ser ket û xelata mîhrîcanê wergirt. Yek ji endamên tîmê Rodîn Ismaîl got ku wan encama keda xwe girt û xwesteka wî ew e ku çalakîyên wiha pirtir bibin.

Hêjayî gotinê ye ku mîhrîcan jibo bîranîna Zozan Yûsif ya endama rêvebirîya Komîta Perwerdeya Civaka Demokratîk ya Kantona Efrînê tê kirin. Yûsif di komkujîya Kobanê ya di 25’ê Hezîrana 2015’an de jîyana xwe hinda kiribû.

NR_5_29_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00

XS
SM
MD
LG