Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandana Sazîyên Sîvîl li Wanê


Li Wanê xwepêşandana sazîyên sîvîl
Li Wanê xwepêşandana sazîyên sîvîl

Li bajarê Wanê her heftîyê hejmarek rêxistinên sazîyên sîvîl xwepêşandanê li dar dixin û ji desthilatê daxwaz dikin ku karmendên bi Bîryarnameya Desthilata Qanûnê (KHK) yê ji kar hatin derxistin, wergirin ser karê wan yê berê.

Serokomarê Tîrkîyê Recep Tayîp Erdogan piştî hewildana darbeya leşkerî ya di 2016’an de bi KHK yan bi îdiaya ‘terorîzmê’ û ‘alîkarîya darbeya leşkerî kirine’ hezar karmend ji sazîyên dewletê derxist û hin sazîyên sîvîl jî da girtin.

Li gor daneyên Platforma Maxdurên KHK yê, heta niha 152 hezar karmend ji kar hatine derxisitin û 270 sazîyên sîvîl jî hatine girtin.

Berdevkê Platforma Maxdurên KHK’ê yê Wanê Saît Kirmaci ku ew jî li nexweşxaneya Erdîşa Wanê bi KHK’ê ji kar hatiye derxistin, dibêje ku tenê li Wanê nêzî hezar karmend bêhiquq ji kar hatine derxsitin.

Kirmaci îdia dike ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ku Erdogan serokê wê ye, hewildana darbeya leşkerîya wek fersend wergirt dest û kesên ku ne li gor birdozîya wan ji karê dewletê hatine dûr xistin.

Herwiha li gor daneyên Platforma Maxdurên KHK yê heta niha derheqê mîlyonek û 600 karmend de bi îdiaya terorîzmê lêpirsîn hatiye vekirin û 300 hezar kes hatine zîndan kirin. Kirmaci dibêje ku piştî rewşa awarte OHAL’ê jî bi KHK yan ji kar derxistina karmend berdevam kirîye û got ku herî dawî li nexweşxaneya bajarokê Erdîşa Wanê 3 doktor bi heman sedemê hatine derxisitin.

“Mîna min derheqê 89 hezar karmendan de dadgehan bîryar da ku ew vegerin ser karê xwe yê berê. Lê tevî vê bîryarê ev bîryar nehat cîh, jiber ku bîryarên KHK yê sîyasîne û em bawer dikin ku dîsa pirsgirêkên me bi rêya sîyasetê dê were çareser kirin.”

Hêjayî gotinê ye ku Platforma Maxdurên KHK yan li 70 bajarên Tirkîyê hatiye avakirin û ew bi taybet ji partîyên opozîsyonê daxwaz dikin ku dema ew hatin ser desthilatê pirsgira KHK yan were çareser kirin.

Raporta Wanê 07 04 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:31 0:00
XS
SM
MD
LG