Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li Îranê, li herêmên Goruk û Girava Qeşmê, êrîş birin ser bingehên radar û dronan.
CENTCOM'ê şeva borî roja Yekşemê li ser platforma X'ê ragihand ku wan roja Şemîyê û Yekşemê êrîş birine ser Îranê. Ev êrîş piştî wê yekê hatin, dema Îranê droneke Amerîkayê ya bi navê MQ-1 li ser avên navneteweyî xist xwarê.
Li gor daxuyanîyê, firokeyên şer ên Amerîkayê wek bersiv, berevanîya esmanî ya Îranê, navendeke kontrolê û du dronên êrîşkar jinav birin, ji ber ku wan metirsî li ser keştîyên herêmê çêdikir.
CENTCOM'ê diyar kir ku ti leşkerên Amerîkayê birîndar nebûne û soz da ku ewê ji bo berevanîya mal û berjewendîyên Amerîkayê li hemberî êrîşên Îranê berdewam bin, tevî ku niha agirbest heye.