Piştî rêkeftina Amerîka û Îranê, welatên Kendavê û gelek welatên li herêmê pêşwazî li vê aştîyê kirin.
Gelek welatên li herêmê û li seranserî cîhanê pêşwazî li rêkeftina Amerîka û Îranê kirin, piştî roja Yekşemê, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma Truth Social ragihand ku plansazîya aştîyê ya bi Îranê re temam bûye.
Ji ber vê rêkeftina nû di navbera Amerîka û Îranê de, îro Duşemê her yek ji Behreyn, Oman, Erebistana Siûdî, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî, Qeter û Kuweytê daxuyanîyên fermî dan.
Di van daxuyanîyan de, Behreynê spasîya hewldanên Serokê Amerîkayê û navbeynkarîya Pakistanê kir.
Li alîyê din, Wezareta Derve ya Omanê pesna rolê erênî yê welatên Kendavê û Pakistanê da, ku herêm ji metirsîyan parastin.
Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî ragihand ku ev peyman şer radiwêstîne. Ev rêkeftin derfetê dide herdu welatan ku di nava 60 rojan de ji bo peymaneke herdemî biaxivin.
Herwiha, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî got ku ji bo parastina ewlekarîya herêmê, divê niha her kes girîngîyê bide dîplomasî, danûstandinê û qanûnên navneteweyî.
Ji bo alîyê aborî, Hikûmeta Qeterê diyar kir ku ev peyman ji bo parastina azadîya derbasbûna keştîyan di Tengava Hormuzê de gaveke pir girîng e.
Li alîyekî din, Wezareta Derve ya Kuweytê bi germî pêşwazî li rawestandina şer kir û spasîya rolê Pakistan û Qeterê kir ku alîkarî kirin da ku ev peyman çêbibe.
Li ser asta cîhanê jî, Seroka Komîsyona Ewrupayê Ursula von der Leyen pêşwazî li vê aştîyê kir û xwest ku Tengava Hormuzê herdemî vekirî bimîne. Lê belê, wê bi eşkereyî got ku heta Îran hemû şertên vê peymanê bi cih neyîne, Yekîtîya Ewropayê (YE) ti cezayekî li ser Îranê ranake.
Her weha şeva borî welatên weke Emaniya, Frensa, Brîtanya û welatên din bi daxuyaniyên hevbeş û taybet jî pêşwazî li rêkeftina Amerîka û Îranê kir.