Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuweyt: Me 24 Dronên Îranê Xistin Xwarê

Iran Kuwait combo flags
Iran Kuwait combo flags

Wezareta Berevanîya Kuweytê îro Pêncşemê ragihand ku wan di nav 48 demjimêrên borî de, 24 dronên Îranê li ser axa welatê xwe xistine xwarê û rûbirûyî wan bûne.

Wezareta Berevanîyê li ser platforma X'ê ragihand ku di êrîşên Îranê de tenê ziyan gihîştîye mal û avahîyan, lê ti kuştî yan birîndar nebûne.

Di daxuyanîyê de wêneyek jî belav kirin. Ew wêne nîşan dide ku ji destpêka “êrîşên hov ên Îranê” ve, artêşa Kuweytê 15 mûşekên kruz, 379 mûşekên balîstîk û 893 dronan pûç kirine.

Wezaretê soz da ku ewê ji bo berevanîya ewlekarîya welêt û daxwazên welatîyan, ewê herdem amade bin û karê xwe bi serkeftî bikin.

Ev daxuyanîya Wezareta Berevanîya Kuweytê piştî êrîşên Îranê yên li ser çendîn cihan û berjewendîyên Amerîkayê yên li herêmê hat.

This item is part of
XS
SM
MD
LG