Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuweyt: Îranê bi Mûşek û Dronan Êrişî Me Kir

Berpirsên Kuweytî li Derdora Firîngeha Navnetewî li ziyanên êrîşên Îranê yên bi mûşek û dronan dinêrin
Berpirsên Kuweytî li Derdora Firîngeha Navnetewî li ziyanên êrîşên Îranê yên bi mûşek û dronan dinêrin

Hêzên Berevanîya Kuweytê îro Sêşemê ragihand ku artêşê ji êvarê ve heta niha mûşekeke balîstîk, 5 mûşekên krûzê û 33 dronên Îranê têkbirine .

Artêşa Kuweytê li ser platforma X'ê ragihand ku êrişa Îranê çend cihên girîng û sivîl kirine armanc. Parçeyên mûşek û dronan li herêmên cuda yên welêt ketine û ziyana madî çêbûye.

Artêşê herwiha got ku keştîyeke Hêza Deryayî a Kuweytê jî hatîye armancgirtin. Di encamê de 4 leşker birîndar bûn. Rewşa birîndaran baş e û niha tên dermankirin.

Artêşa Kuweytê hejmara giştî ya êrîşên Îranê yên ji destpêka vî şerî ve eşkere kir û got: 21 mûşekên kruzê, 387 mûşekên balîstîk û 949 dron.

This item is part of
XS
SM
MD
LG