Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Başûrê Libnanê Pêkanîna Peymana Ewlekarîyê Destpê Dike

Alayên Îsraîl û Libnanê
Alayên Îsraîl û Libnanê

Wezareta Derve ya Amerîkayê îro Duşemê daxuyanîyek belav kir û ragihand ku li gundên Frûn, Srîfa û Zewtar el Xerbî yên Libnanê, operasyonên ceribandinê yên ewlekarîyê dest pê dikin.

Artêşa Libnanê dikeve gundên başûr da ku wan ji çekên Hizbullahê paqij bike, û artêşa Îsraîlê jî ji wan gundan vedikişe.

Li gor malpera Axios, artêşa Îsraîlê dê sibe roja Sêşemê leşkerên xwe ji başûrê Libnanê vekişîne.

Ev operasyon li gor Peymana Sêalî ye, ku peymaneke ewlekarîyê ye û bi navbeynkarîya Amerîkayê di navbera Îsraîl û Libnanê de hatiye çêkirin.

Ev peyman di 26'ê Hezîranê de hatibû îmzekirin.

Doh, roja Yekşemê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Serokê Libnanê Joseph Aoun li Washingtonê civîyan, û li ser pêkanîna Peymana Sêalî axivîn.

Hefteya borî, nûnerên dîplomatîk û leşkerî yên Îsraîl û Libnanê li Romaya paytexta Îtalyayê civîyan daku vê rêkeftinê bidawî bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG